Müzik-Video

Konuk Defteri

Ýletiþim Formu

 

 

Sivas Þehitleri

 

 

1 Ocak 2007 Tarihinden Ýtibaren HÝT

BENGZERÝKAN SILAV DIKIM

 

Hûr hûr digerim, bengzerikan silav dikim

Ka ji ku derê hatine, li vê derê koç danîne!

 

Ev çiya ne bi nav û deng e, bi sergevez in

Ev çiya wargehê kalemêran û porspiyan e

Bi çavêþên xwe dargûþên darîn hêjandine.

 

Barik barik digerim, rêzan berhev dikim

Ka di kijan dewrê de hatine, kon danîne!

 

Li ber malan wek ristevan in, kilambêj in

Giranî ji giraniyên miþxetiyê ne, li Miþetê

Porspiyek distrê, bengzerik guhdarî dikin,

Bi dor e: geliyek distrê, dar û berî digazin.

 

Darik darik digerim, pirsan serhev dikim

Ka bi çend kesan hatine, wer reh danîne!

 

Herêma Anteba rengîn, li gundê Pincarlî

Ji geliyê Reþiyan dixuþe zargotinên wan,

Miþextî bûn, gelek malbat bûn ji wê eþîrê.

 

Nermik nermik dikolim, kulan der dikim

Ka çar niçik in, bi çawanî derman bikim!

 

Ne sazbend bûn, bi pergal û bendên xwe

Li ser fêzekê bûn; ku bi curn, çal û bîr in

Ji Miþetê berjêr, li teniþta newala Kinikan.

 

Komik komik digerim, ji wan werdigirim

Ka xweþmêr in, bi kesanî ser û ber dikim!

 

Bi eþîrwarî rûniþtibûn li hemberî dengbêj;

Der Miþet e, xem miþextî ye li zarþîrîniyê.

Diweste kilam: qirkirina geliyê Reþiyan e!

Li rojhilata çiyayê reþî, li vira bi cih dibin:

Yên ku hatibûn tevde miþextî ne, li Miþetê!

 

A. Karabax (Sewta Berbangê)

 

<<< ÞÝÝRLER SAYFASINA GERÝ DÖN

 

  Müzik-Video

Konuk Defteri

Ýletiþim Formu