Dêwên Berfemêran Daketin
Ew dever, banê cîhanê yê rûzemînê
ye...
Tê elimîn ku ew, piþta giloveriya
erdê ye
Her kesî bêtir, gelên lê dijîn wê
dinasînin,
Yek jî berfan, yek jî çiyagerên
navdayîn.
Ew welat, ne ji welatên kaxiz û
senedan e
Ew welat, ji welatên dêwên
berfemêran e:
Þerpayî ne, Newarî, Bhutî û
Gurkhayî ne
Bêkêmayî, çiyayî ne û yekta
Nepalî ne..!
Çem, çiya, newal hîn bê gewer û
pire ne,
Trên nedîtine hêwirgehên berfa
qeþagirtî
Halbûkî darên tên bin meqesên
rêhesinan
Ku ew darên giranbuha yên wî
welatî ne.
Ew dêwên çiyayîn, ew dêwên
berfemêr!
Ew dêwên ku rêçên wan dihatin
ajotin...
Û tu caran bi beþenî nedihatin
çespandin,
Di çîrokên wek hezar û þevekê de
diman.
Þivan in, gavan in, cotyar in,
çiyavanî ne
Êdî ew bûn rêzdar, êdî ew bûn
gelê þiyar,
Yên di devên wan de ne kilam in,
þoreþ e;
Bi zimanê Sanskrîtî serfirazin:
Nepalî ne!
Parzemîna di destên xwendekarên
min de;
Ji baþûr û bakur de, ji rojhilat
û rojavan de
Careke din, careke din, tevde
rabe ser xwe
Behr û deþt, bajar û gund ne fêza
miha ne!
A. Karabax (Sewta
Berbangê) <<< ÞÝÝRLER SAYFASINA GERÝ DÖN |