Wisa
Ketime Xema Sipelê û Tariyê
Gulberfîn, dîsa ketime
xema Sipelê û Tariyê!
Tu bê keder î, me gelekî ji hev hez kiriye ku
Bersiv xwe direngînin: me keser kelandine!
Gulberfîn, dibêjim bi seriyên Sipelê û Tariyê!
Ew du canan bûn, yên ciwanên jihevhezkirîn
Di sebran de bi soz û mercan hatibûn girêdan.
Destûr nayê standin ku umr xwe bixemilînin!
Gulberfîn, wisa di halê Sipelê û Tariyê de me
Qerar nayê dayîn ku êdî em xwe bixemilînin!
Du rêzbar bûn, dimeþiyan derbejêr û derbejor,
De li me vebin deriyên sîmê: Sodirî û Tarî ne!
Du dilberz bûn, bi lihevgazinîn, dixwestin ku
Yek bibe çiyayê Tarî, yek bibe çiyayê Sodirî;
Gulberfîn li Sodirî, bi bûkaniya sipî bibe horî.
Ka, bêje gula berfê, kî dihatin Sipelê û Tariyê?
Bê, kî dizane ev cara çendan e, yên hatin kî ne:
Di destên seredanan yên çepê de herhal xwê ye
Di destên seredanan yên rastê de herhal nan e.
Ka, bêje gulberfînê, can li me Sipele û Tarî ye?
Hemû jin berdar in, bi rojê far û bar in, digirîn:
Nan û xwê, xêr û bereket in li Sipelê û Tariyê
Hêsir dikevin li nan û xwêyê, ku bigihêjin erdê
Miraz û niyaz, bo derdê xwedîbûna zarokan in.
Ka, bêjin Sodirî û Tarî, eger hun ne çiya bibûna
Ez û gulberfîna xwe, em çima bi we haldar bin?
A. Karabax
(Sewta Berbangê)
<<< ÞÝÝRLER SAYFASINA GERÝ DÖN |